Rojên Amedê li Dihokê bi dawî bûn

Rojên Amedê li Dihokê bi dawî bûn

Rojên Amedê li Dihokê ku di 29'ê Tebaxê de destpê kir, bi gera Amêdiyê bi dawî bû.

Mihrîcana Rojên Amedê li Dihokê ku bi hevkariya Şaredariya Dihokê û Sûrê li Dihokê di navbera 29 û 31'ê Tebaxê de hate lidarxistin bi bernameya pêşandana wêneyên Mehmet Mahsum Suer û pêşandana lîstika folklorê destpê kir û bi gerê bi dawî bû.

Mihrîcana ku panel, konser, pêşengeh û pêşbazî hatin lidarxistin, duh bi gera bajarê Amêdiyê û warên dîrokî bi dawî bû. Mihrîcana piştî 2 rojan bi gera bajarê seyrangehê Amediyê bi dawî bû. Li Amêdiyê di çarçoveya gerê de stranbêj û dengbêjên jin stran gotin û di nava çiyayên bilind de dengê xwe bilind kirin. Heyeta ku ji Amedê çûbû Dihokê piştî gera Amêdiyê şevê din vegeriyan Amedê.