Rojavayê Kurdistanê, bîrên petrolê û rêza dirêj -Amed Dîcle

Rojavayê Kurdistanê, bîrên petrolê û rêza dirêj -Amed Dîcle

Piştî ku em şevek li gundek ê Dêrka Hemko bûn mêvan, sibê em bi wesayîtekê me berê xwe da Qamişloyê.

Em li gelek cihan di kontrolê Yekîneyên Parastina Gel re derbas dibin. Li cihên kontrolê alên Kesk, Sor û Zer dihejin. Kom bi dorê di 24 saetan de nobetê digirin. Wesayîtên tên û diçin kontrol dikin, ger rewşek bi guman hebe li pişt wesayîtê dinêrin.

Em li nûqteyek a kontrolê tên rawestandin. Ciwanek 25 salî, çek di destê wî de ye, me radiwestîne û silav dide, piştre jî dipirse hûn ji tên. Me jî got ku em ji Dêrkê tên û em ê biçin Qamişloyê, me got em rojnamevan in, em bi haya Meclîsa Gel seyahetê dikin. Ji me xwestin ku em wesayîtê bibin aliyekê.

Nûqteya kontrolê ya ku em lê ne pir nêzîkê sînor e. 2-3 km ne. Li aliyê din klûbeyên leşkerên Tirk dixuynên. Yek ji nobebadaran dibêje ku ala mezin a li vir leşkerên Tirk ji aliyê din dibînin.

Kesên li vir nobetê digirin, ji gundên derdorê ne. Di nava xwe de plansaziyekê çêkirine. Mirov bi dildarî vê xebatê dikin. Kesên tecrubeyên wan hene, kesên din perwerde dikin. Li nûqteyên ketina bajaran her komek şeş saetan nobetê digirin. Lê li cihên krîtîk rewş cûda ye. Li vir kom pênç rojan nobetê digirin.

Li cihê ku em lê hatine rawestandin, hin peywirdarên asayîşê her çendî ne wextê nobeta wan e jî, lê dîsa li wir in. Yê herî ciwan 19 salî ye, yê herî kal jî 55 salî ye. Çekan nadin kesên temenê wan ji 18 salan kêmtir be. Gelek ji wanan gelek caran li van nûqteyên kontrolê hatine binçavkirin, li rastî zextan hatine û bi salan di girtîgehan de mane. Dibêjin ku niha em bi xwe ewlekariya xwe digirin.

Bûyerên balê diqewimin. Mînak, li Kobanê, ji Meclîsa Gel rayedarek bi navê Ehmed di sala 2004 de, nûqteya kontrolê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkiurin. 3 salan di hucreyek a girtîgeha Helebê de tê ragirtin. Subayên Tirk beşdarî lêpirsîna wî dibin. Gelek caran tê îşkencekirin. Dibêje; “Ger ne hemwelatiyê Sûriyeyê bûma, dê min bibirina Tirkiyeyê”.

Û di 19’ê Tîrmeha 2012 de li Kobanê gava gel dest danî ser desthilatiyê, sûbayek ê rejîma Baasê yê ku hewl dida ji ber hêzên Kurdan bireve, digire û radestê Meclîsa Gel dike.

Rayedarê Meclîsa Gel Ehmed dibêje; “Min çawa ku wî dît min ew nas kir, zilamê ku ez girtim, îşkence li min kir bû. Wî jî ez nas kirim. Pir tirsiya. Min gor netirse. Min av da wî. Min got em ne li pey tohildanê ne. Sûbay da zanîn ku ev nêzîkatiya we ji bo min ji mirinê wêdetir bû... "

Em bi qasî nîv saetekê li wir dimînin, piştî ku rayedaran bi rayedarên Meclîsa Gel re hevdîtine bi rêya telefonê kirin, piştre gotin hûn dikarin biçin û dîmen jî bikişînin.

Ji Dêrka Hemko, Qamişlo, Amûdê û heta Serêkaniyê, ji vê herêmê re Cizîr tê gotin û desteşek rast e , li wir bi hezaran bîrên petrolê hene, santralên gazê, bi ehzaran hektar gennimê nehatiye dirûn, zeviyên nîsk, nok hene.

Ev herêm, herêma çandinî û petrolê ye. Jixwe ji ber van taybetmedin niha û di demê bê de pirsgirêkên potansiyel hene. Petrola ji vir tên derxistin li bajarên din ên Sûriyeyê tê rafînekirin. Hin bîrên li vir naxebitin. Bîrên li dora Hesekê dixebitin. Ji ber şer, ji ber ku gaz û benzîn li vê derê venagerin, ji niha ve tengasî hene.

Gava em digihin navçe û bajaran em dibînin ku li cihên benzînxaneyê, mirov ketine dorê. Ji bo bikarin çend lître benzîn werbigirin bi qasî 5 saetan radiwestin. Rewşa hewayê bi rojê 47-48 pile ye. Ev germahiya dijwar dibe mirov hêrs bike û bibe sedema aloziyê jî.

Meclîsên Gel jî ji bo vê yekê tedbîr girtine. Li her benzînxaneyekê bi dorê ve endamek ê Meclîsê li wir dimîne. Evane mudaxeleyê bihayê benzînê û pirsgirêkên di dorê de dikin.

Em ji kesên di dorê de rawestane dipirsin; Tengasî hene? Hûn li rastî neheqiyê tên? Dibêjin “Pirsgirêk heye, em tengasiyan dikişînin, lê her kes wekhev e, heta niha tu pirsgirêkên wisa derneketine.”

Ev rewş li navendên bajaran jî hene, pirsgirêkên gaz, nan û zadên din ên sereke.

Pirsgirêke din a potansiyel jî ‘Kembera Ereb’ a ku rejîma Baasê danîbû.

Ji Dêrikê heta Serêkaniyê (Rojava), gava em sînorê Bakûrê Kurdistanê bihizirin, ji Cizîra Botan heta Serêkaniyê (Bakûr) di navbera her du gundên Kurdan de gundek ê Ereban hatiye avakirin. Rejîmê bi hezaran erd û zeviyên Kurdan jê standine û dane Erebên ku ji başûrê Sûriyeyê anîne.

Tenê çavkaniyek a debarê ya van mirovan heye, ew jî çandinî ye, gelo dê erdê xwe ji Ereban bigirin? Dê çi bi Erebên li wir hatine bicihkirin bikin? Desteya Bilind Kurd ji bo vê yekê çi dibêjin?

Em vê yekê ji Endamên Desteya Bilind a Kurdan Salih Mislim, Ehmed Silêman û Sînem Mihemed dipirsin...

Sibê...