Roboskê- Heyeta KDG’ê (Kongreya Demokratîk a Gelan) ku miha 8yê ya komkujiyê de Roboskê bi tenê ne hiştin, çûne ser gorên kesên ku hatibûn kuştin. Gotinên Prof. Dr. Fatma Gok ku di heyetê de cih digirt ji hestên malbatan re bû berdevk: Hûn bi ragirtina vê êşê dersa mirovahiyê didin me û mirovbûna me bi bîra me dixînin.’’
Di ser êrîşa ku artêşa Tirk bi F-16an pêk anîbû û bi kuştina 34 kurdan bi encam bûbû, 8 meh derbas bûn. KDG di meha 8ê ya komkujiyê de malbatên Roboskêyiyan bi tenê nehiştin. Berdevkên KDGê yên ku çûne Roboskê, Parlamenterên BDP’ê Sebahat Tuncel, Ertugrul Kurkuçu, Nursel Aydogan, û Prof. Dr. Fatma Gok, Kadîr Akin, Garo Paylan û Bîrcan Yorulmaz, berdevkên KDGê yên Mugla û Mêrdînê, hestên malbatiyan par ve kirin û seriyek dane gorên ku di komkujiyê de hatibûn kuştin.
Malbatên Roboskêyiyan li gel ku 8 meh di ser komkujiyê re bihurîne û dewlet û hikûmatê berpirsyarên komkujiyê hîna dernexisyê holê bertek nîşan dan û ji bo lêgerîna xwe ya li heq û hiqûqê destek xwestin. Endamên heyetê jî komkujî şermezar kirin û gotin ku ji bo berpirsyar werin darizandin ew ê bikevin nav liv û tevgerê.
Di dema serlêdanê de yek ji endamê heyetê, Endamê Hîndekariya Zanîngeha Bogaziçiyê, Prof. Dr. Fatma Gok ji hestên Roboskêyiyan re bû berdevk. Goka ku bi zorê dikarîbû biaxive,got; ‘’ Hûn vê êşê radigirin û dersa însaniyetê didin dewlet, hikûmat û me hemûyan. Mirovên li rojavayê Tirkiyeyê, ji ber ku li devera kurd in mêyldar in ku ji bîr bikin. Lê hûn seraqet hem bi bîra me û hem jî bi bîra wan dixin, mala we ava.’’
Wêne: Rûken Adali