Rêya Rûbarok-Şemzînanê bihinceta ‘ewlekariyê’ girtin

Rêya Rûbarok-Şemzînanê bihinceta ‘ewlekariyê’ girtin

Qasî 40 rojane pevçûn û operasyonên li bejahiya navçeya Şemzînana Colemêrgê didomin, rêya di navbera Rûbarok-Şemzînanê bihinceta ‘ewlekariyê’ ji aliyê leşkeran ve hate girtin.

Li gorî agahiyan, piştî pevçûn û operasyonên li bejahiya Şemzînanê didomin, rêya di navebera Rûbarok-Şemzînanê ji aliyê leşkeran ve hate girtin.

Kesên dixwazin ji Rûbarokê biçin Şemzînanê li şûna rêya asfalt ya 70 kîlometreyî dê li ser rêya gundê Bogaz yê li ser sînor qasî 120 kîlometreyan derbazî Şemzînanê bibin.