Rêveberê BDP'ê yê navçeya Dêrika Mêrdînê Îhsan Avlar, dema ku ji avahiya BDP'ê ya Dêrikê derket ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê Rêveberê BDP'a Dêrikê Îhsan Avlar dema ku ji avahiya BDP'ê derdiket ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Hate zanîn ku, ji ber Avlar di demên cûda te tevlî daxuyaniyan bûye û derbarê wî de doz vebûye, ji bo ku îfade bide hate binçavkirin. Avlar niha li Midûriyeta Polîsan ya Dêrikê tê girtin.