Rêxistina BDP'ê qedexeya li hemberî mîtînga Qoserê şermezar kir û diyar kir ku ew bi biryarin ku di 26'ê Tebaxê de li Qoserê mîtîngê pêk bînin. BDP'ê anî ziman ku ew li dijî giştînameya Wezareta Navxweyî bi biryar in ku mîtînga "Em meşa we ya azadiyê silav dikin" pêk bînin û xebatên wan bê navber berdewam dikin.
Rêxistina BDP'ê diyar kir ku her çend astengî û kelem li pêş wan hebe jî dê dîsa di 26'e Tebaxê de li Qoserê mîtînga "Em meşa we ya azadiyê silav dikin" pêk bînin. BDP'ê da zanîn ku her çend Wezîrê Navxweyî yê Tirk pirsgirêk û astengiyan li pêş wan ava bikin jî bi biryarin ku mîtînga xwe pêk bînin.
BDP'ê da zanîn ku çi dibe bila bibe ew dê mîtînga xwe pêk bînin xebatên wan li kolan û taxan didome. Komîsyonê û rêveberên BDP'ê li taxên Tepebaşı, Ersoy, Kosar û Yenî xebatên xwe berdewam kirin. Di xebatên li taxan de rêveberên BDP'ê endamên meclîsa şaredariyê, endamên meclîsa giştî ya bajar, nûnerên KURDÎ-DER, MEYA-DER, MADAY-DER, Navenda Jinan a Nuda û gelek kesên din amade bûn. Komê li taxan mal bi mal geriyan û belavokên banga tevlêbûna mîtîngê belav kirin. Dema heyeta BDP'ê li taxan geriyan bi dirûşmeyên "PKK gel e, gel li vir e" û "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin pêşwazîkirin.
Endamên heyetê diyar kirin ku dê mîtîng dê di 26'ê de saet di 16.00'an de li Qada Newrozê pêk bê û hemû maşîneyên şaredariyê bêyî pere di xizmeta gel de be. Hevserokê KCD'ê Ahmet Türk û parlementerên BDP'ê jî dê tev li mîtîngê bibin.