Leşkeran li Qereqola Bêsosin ya Bajaroka Rûbaroka ser bi Navçeya Şemzînan ya Colemêrgê, bi sedan wesayît rawestandib û kesên dixwazin herin navçeya Şemzînanê hinceta “Em nikarin ewlehiya we hilgirin” tên astengkirin.
Bi pevçûnên ku li Şemzînanê zêde bûye re, bejahiya navbera navçeya Şemzînan û Bajaroka Rûbarokê ku gêrîlayên HPG’ê kontrol girtiye destê xwe, ji hêla leşkeran ve çûn û gundiyan ya heremê tê astengkirin. Gundiyên ku ji Bajaroka Rûbarokê dixwazin biçin Şemzînanê wesayîta wan li Qereqola Bêsosin tên rawestandin.
Gundiyên ku tên astengkirin bertek nîşanê vê yekê dan û gotin: “Li vir vekirî karê me tê astengkirin. Ji me re dibêjin ‘em nikarin ewlehiya we bigirin’ û bi sedan wesayît hatine sekinandin û nahêlin em biçin navçeyê.”