Li Cizîr, Şirnex û Hezexê beriya mîtînga Cizîrê ya "Em meşa we ya Azadiyê silav dikin", welatî neçûn ser kar û piştî nîvro berê xwe dan Cizîrê. Polîsan êrîşê mitîngê kirin.
Girseya ku li Cizîrê kom bû rastî mudaxaleya polîsan hat. Bi hezaran kesên li qadan û navçeyên din kom bûn berê xwe dan Cizîrê. Girseya li Cizîrê kom bû rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxale kir û gersê jî bi keviran bersîv da polîsan.
Hate zanîn ku girseyê bi keviran bersîv da û polîs derxistin derveyê qada mîtîngê. Li aliye din tîmên taybet li hemû tawan tedbîr girtin û pevçûn didome.