Polîsan karwana cenazeyê Kavak li Amedê rawestand

Polîsan karwana cenazeyê Kavak li Amedê rawestand

Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak ku li Awustûryayê jiyana xwe ji dest dabû, bi karwanekî sedan wesayîtan anîn Amedê. Polîsan destûr neda karwan bikeve Amedê, rageşî didome.

Siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak nekarî jiyana sirgûntiyê hilgire û li bajarê Însbruckê yê Awustûryayê dawî li yana xwe anî, li ser weseyîta Cemal Kavak cenaze ji bo li Amedê defin bikin îro di demjimêrên sibehê de ji Êlihê birêxistin. Karwana cenaze ya ku bi sedan wesayîtan pêk dihat, di ketina Amedê de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin.

Cenazeyê Kavak ku duh bi balefirê anîn Êlihê ji ber sedema qedexeya siyasî li ser bû, destûr nedan zarokên wî di ketina Tirkiyeyê de tevlî nebûn, tenê hevjîna wî Nurten Kavak li gel bû.

Li ser wesiyeta Kavak dê cenaze li Goristana Deriyê Mêrdînê bê veşartin.