PJAK’ê madeyên bi dest xist, li ber kamerayan şewitand

PJAK’ê madeyên bi dest xist, li ber kamerayan şewitand

PJAK’ê ku li hemberî rejîma Îranê têdikoşe di encama operasyona li hemberî madeyên hişber ên li ser xeta sînor de gelek zêde madeyên hişber bi dest xist.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hêzên PJAK’ê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li dijî bazirganên madeyên hişber operasyonek li dar xist. Di encama operasyonê de komek hate binçavkirin û amûr û kelûpelên bi wan re desteser kirin.

PJAK’ê da zanîn ku ev made gava derbasî Îranê dibin tên firotin û li wir têne karanîn. PJAK’ê di daxuyaniya da de diyar kir ku bazirganî di bin çavdêriya dewleta Îran de tê kirin û ragihand ku polîtîkayek a dewleta Îranê ye.