Piştî nûçeya ANF’ê paqijî hat bîra Şaredariya Erdîşê

Piştî nûçeya ANF’ê paqijî hat bîra Şaredariya Erdîşê

Li aliyekê navçeya Erdîşa Wanê hîna birînên xwe yên erdhejê nekewandiye, li aliyeke din Şaredariya AKP’yî ya Erdîşê dest ji xizmetên paqijiyê berdaye. Piştî wêneyên vê yekê hatin weşandin, şaredariyê bi lez û bez dest bi paqijiyê kir. Li hemberî hemû dîmenên li Erdîşê, Şaredarê AKP’yî yê Erdîşê Zulfukar Arapoglû weke “Şaredarê Salê” hat hilbijartin.

Di nûçeya bi sernûçeya “Ji AKP’ê bo zarokên Erdîşê parka ‘sergo’” roja sêşemê di ANF’ê de hat weşandin de hat diyarkirin ku parka zarokan veguherandine sergoyê û ev yek ji bo tenduristiya şêniyên taxê jî tehdîtek e.

Beriya mehekê, Şaredarê Erdîşê li Qeyseriyê ji aliyê Kovara Rêveberiyê Herêmî yên Anatolyayê ve weke “Şaredarê herî baş ê sala 2012’ê” hat hilbjartin. Lê nehat zanîn çima hêjayê vê yekê hatiye dîtin.

Piştî wêneyên di ANF’ê de hatin weşandin, Şaredar Arapoglû bi lez û bez dest bi paqijiyê kir. Lê di dema paqijiyê hatiye destpêkirin de tu şert û mercên paqijiyê yên sereke nayên pêkanîn.

Piştî nûçeya ANF’ê, Şaredarê Erdîşê roja sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê dest bi xebatên paqijiya li navçeyê bikin.