Pevçûna li Katoyê didome, leşkerek din jî mir

Pevçûna li Katoyê didome, leşkerek din jî mir

Peçvûna li çiyayê Kato yê li navçeya Elkê ya Şirnexê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de di roja 3’yemîn de ye. Di encama pevçûnên dijwar de leşkerek din jî hate kuştin.

Piştî ku gerîlayên HPG’ê di 2’yê îlonê de di encama çalakiyeke mezin de kontrola navçeya Elkê xist destê xwe, li Çiyayê Katoyê operasyonek hate destpêkirin û heta niha berdewam dike. Di encama operasyonê de du êvarê jî pevçûnek qewimî û di encamê de herî kêm leşkerek mir. Fermandarê duwemîn ê artêşa Tirk Orgeneral Galîp Mendî jî beşdarî operasyonê bûye.