Parlementerê Kurd Emîn serdana wargehên PJAK’ê kir

Parlementerê Kurd Emîn serdana wargehên PJAK’ê kir

Parlmeneterê Kurd Cebar Emîn hat qadên Parastinê yên Medyayê û serdana wargehên PJAK’ê kir.

Endamê Parlementoya Siwêd û di heman demê de endamê Partiya Keskê Cebar Emîn ku eslê xwe Kurde serdana wargehên PJAK’ê kir.

Parlementerê Kurd Cebar Emîn hat Qadên Parastinê yên Medya yê wargehên gêrîlayên PJAK lê bicîh û warbûne serdana gêrîlayên PJAK kir. Parlementerê Kurd Emîn li wargehên gêrîlayên PJAK geriya û gêrîlayên PJAK’ê jî li hember vê jest û helwesta wî ya watedar pêşwaziyeke germ kirin.

Cebar Emîn ku parlementereke Kurde di parlementoya Siwêdê de û di heman demê de endamê Partiya Keskê li dijî helwestên ku PJAK weke tevgereke terorîst didin nîşandan û dikevin nava êrişên dijminane kete nava helwesteke biwêrek û hate herêmên Parastinê yên Medyayê Qendîlê.

PARLEMENTER EMÎN BI GÊRÎLAYAN RE GOVEN GIRÊDA

Weke tê zanîn, Ji ber parlementera Siwêdê û endama Partiya Sosyal Demokrat Evîn Çetîn beşdarî salvegera damezrandina PJAK’ê bibû û di govendê de ketibû destê gêrîlayên PJAK’ê di çapemeniyê de li rastê êrişên dijwar hatibû. Di gotereke ku hatibû weşandin de jî PJAK weke partiyeke terorîst hatibû nîşandan û ji ber Parlementer Çetîn beşdarî şahiya damezrandinê jî bibû tund hatibû rexnekirin. Ji ber vê çendê Parlementer Cebar Emîn jî weke piştgiriyeke ji Parlementer Evîn Çetîn re û di heman demê de bide nîşandan ku eger PJAK weke tevgereke terorîst didin nîşandan vaye ez jî diçim serdana PJAK’ê û we protesto dikim. Gêrîlayan Parlementer Emîn gerim pêşwazîkir û bi gêrîlayan re govend girêda. Bi vî şewazî nêzîk bûna li dijî Parlementer Evîn Çetîn protestokir.

‘EZ JI BO PROTESTO KIRINA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ EVÎN ÇÛM GEL PJAK’Ê’

Parlementer Emîn ji kamerayên Newroz TV re axivî û got ku, yek ji sedema ez hatim serdana PJAK, ji bo ez êrişên li dijî Parlementer Evîn Çetîn ya parlementera Siwêdê hatin pêşxistin protesto bikime. Parlementer Emîn her weha anî ziman ku, yek ji sedema vê êrişa li hember Parlementer Çetîn çêbû çavtirsandinek bû da ku têkilî li gel PJAK neyê sazkirin.

‘PJAK TEVGEREK SIYASÎ YE Û MAF HEYE HÊZÊN ÇEKDARÎ HEBIN’

Emîn di berdewama axaftina xwede jî balkişand ser mijara ku PJAK, weke rêxistineke terorîst didin diyarkirin û hêzên PJAK yên çekdarî jî weke hêzeke parastinê pênase kir û got “ eger rêxistinek, hêzeke çekdarî ji bo ewlehî û parastina xwe sazkiribe şaşe ku mora terorîstiyê lê were dayîn, ango ji ber vê sedemê weke tevgereke terorîst bê dîtin.

Emîn PJAK weke tevgereke siyasî û rêxistinî binav kir û got “ PJAK, tevgereke siyasî û rêxistiniye. Ji ber wê mafê xwe heye ku, hêzeke xwe ya çekdarî hebe.

Emîn anî ziman ku, rejîma Îranê ev bi salane zilm li gelê Kurd dike û polîtîkayeke înkar û tunekirinê dide meşandin. Emîn da diyarkirin ku, rejîma Îranê vê polîtîkayê ne tenê li hember gelê Kurd dide meşandin li ser gelên din yên li Îranê, jinan, lîberalan û ya herî girîng jî li hember herkesên ku ji wan cûda dihizirin dide meşandin. Vê siyasetê jî bi rêya darvekirinan, zîndanan û êşkenceyan birêve dibe.

JI PARLEMENTER EMÎN BANG

Emîn bi vê boneyê banga hişyariyê li hemû siyasetmedarên Kurd û bi taybet jî li hevalên xwe yên parlementerên Kurd û yên Siwêdî kir da ku, nekevin bin kontrol û bandora zêhniyetên ku tevgerên ji bo azadî û rizgariya gelê Kurd têdikoşin bi terorîzmê reş dikin.

Emîn anî ziman ku, divê em weke siyasetmedar û tevgerên Kurd rexne li şaşitiyên hev bigirin û çavê xwe ji şaşitiyên hev re negirin. Eger birastî jî yên karên terorîstiyê dikin hebin di nava me de divê em helwest pêşbixînin. Lê eger tiştek wisa nebe û ji bo demokrasî û azadiya civakê têdikoşe divê em piştgiriyê bidinê û rê nedin ku bi terorîzmê bêne tewanbarkirin.