Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tûglûk, di mîtînga navçeya Geverê de axivî û wiha got: "Dibêjin hûn çima gerîlla hembêz dikin. Ew birayên me en. Em gerîlla hembêz nekin em dê kê hembêz bikin. Em dê çala mirinê ya Îmraliyê hilweşînin. Em rê Îmraliyê azad bikin. Ocalan Rêberê hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn e. Bêyî Ocalan û PKK tu pirsgirêk çareser nabe."
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi tevlêbûna 10 hezaran kesan mîtîng pêk hat. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Rêxistina BDP'ê ya Geverê bi dirûşma "Em meşa we ya azadiyê silav dikin" mîtîng pêk anî. Mîtîngê bi tevlêbûna 10 hezaran kesan pêk hat. Heyeta beşdarî mîtîngê bibe 20 kîlometre dûrî Geverê li ser balafirgeha Geverê ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Heyeta ku li ser pira Şekîtanê hate pêşwazîkirin bi konvoya mezin hatin Geverê.
Heyet li ber Otela Oslo, bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê pêşwazî kirin. Girseyê di pêşwazîkirinê de bê navber dirûşme berz kirin û heta Kolana Girtîgeha Berê meşiyan. Girseyê bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyana nabe", "PKK Gel e, gel li vir e" berz kirin. Welatiyên ku li şaneşinên malên xwe jî piştgirî dan, dirûşmeyên "Munafiq Naim" berz kirin. "Em oprasyonên şoreşgerî yên Şemzînan, Çelê û Oremarê silav dikin" û "Kurdistan ya Kurdan e, hêzên TC'ê ji axa me bicehimin" rakirin. Dîsa posterên Ocalan, Mahsum Korkmaz û alên PKK û KCK'ê rakirin. Bi 10 hezaran kesên li qada mîtîngê kom bûn alên kesk, sor û zer vekirin û ji bo kesên di têkoşina aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Girseyê piştî rêzgirtinê sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin.
Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Cîgirê Serokê Giştî yê BDP'ê Hamit Geylanî, Parlementerên BDP'ê Adîl Kurt û Esat Canan amade bûn. Girseyê pankartên “Çirûska Agir di Bakûr de pêket ronahiya xwe da Rojavayê”, “Em şoreşa Rojavayê silav dikin”, “Em ciwanên ku kevir davên Munafık Naim silav dikin" Û “Em bi ruhê Riva şoreşa li Şemzînan, Çelê û Oremarê pêş ket silav dikin" û “Ji bo azadiya Serokatî û ji bo silavkirina şoreşa Kurdistanê hûn bi xêr hatine meşa azadiyê”, hatin vekirin. Bi 10 hezaran kesan li qada mîtîngê dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Şehît namirin” û "Tolhildan" berz kir.
'NÊZÎKATIYA OCALAN NÊZÎKATIYA GELÊ KURD E'
Di destpêkê de Serokê BDP'a Colemêrgê Rahmi Kurt diyar kir ku gelê kurd li Colemêrgê bersîv daye Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naim Şahin û wiha got: "Gelê kurd nêzîkatiya li hemberî Rêberê Gelê kurd qebûl nake. Ji ber ku nêzîkatiya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan nêzîkatiya li hemberî gelê kurd e. Ji ber vê yekê divê bi lezgîn tecrîd bi dawî bibe."
'HER BIHAR BIHARA KURDAN E'
Cîgirê Serokê Giştî yê BDP'ê Hamit Geylanî jî axivîe û wiha got: "Em dê bihara ereban bikin buhara kurdan. Her bihar di heman demê de bihara kurdan e jî. Li ser rûyê cîhanê hemû maf bi têkoşîn û berxwedanê hatine bi destxistin. Gelê kurd jî dê bi berxwedana xwe mafê xwe bistîne. Car cejnên kurdan hene, li Tirkiye Îran, Iraq û Sûriyê. Sedema şer a herî mezin tecrîda ku zêdeyî salekê ye li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike ye. Bi salan e gelê kurd dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe, operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin. Lê daxwazên gelê kurd li ber çavan nayên girtin. Dewlet û himûket li hemberî van daxwazên kurdan bêtir polîtikayên şer pêş dixin.
‘BIRÊZ OCALAN RÊBERÊ HEMÛ BINDESTÊN LI ROJHILATA NAVÎN E'
Piştre Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk jî derket ser dikê û bi coşek mezin hate pêşwazîkirin. Tûglûk, anî ziman ku Gever tê wateya Berxwedana Demokratîk û wiha axivî: "Gever xweseriya demokratîk e. Berxwedana demokatîk e. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 13 sal in di çala mirinê de tê ragirtin. Li Îmraliyê hiqûq û mafên mirovan tune ne. Dewletdê ji bo Îmraliyê zagona taybet ava kiriye. Em zilma li Îmraliyê red dikin. Birêz Ocalan di serî de Rêberê Gelê kurd û hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn e. Divê wekî kesekî ji rêzê nêzîkî Birêz Ocalan nebin. Bi milyonan mirov Birêz Ocalan wekî rêberê xwe qebûl kir. Ji ber vê yekê divê pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokrasiyê bê çareserkirin. Pirsgirêka kurd bêyî Ocalan û PKK'ê nayê çareserkirin. Gelê kurd dê Birêz Ocalan ji çala îşkenceyê rizgar bike.
'EM Ê XWÎŞK Û BIRAYÊN XWE HEMBÊZ BIKIN'
Tûglûk, helwesta parlementer û rayedarên hikûmetê ya li hemberî hembêzkirina gerîlayan jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Dema em çûn Şemzînanê û ne xwest rastiyê aşkere bikin em rastî kontrola rê ya Gerillayan hatin. Piştî wan dimenan li hemberî me hikûmetê bi rêya medyaya serdest zimanê tundiyê pêş xist. Gerîlla zarokên vî gelî ne. Gel zarokên xwe hembêz dike. Gerîlla birayên me en. Em birayên xwe hembêz nekin em dê kê hembêz bikin. Li dijî zilma we ya faşîst, li dijî polîtikayên we yên înkar û îmhayê derketine çiyê. Bê guman em dê wan hembêz bikin. Piştî van dîmenan em rêveberên BDP'ê û KCD'ê rastî gefan hatin. Lê bila tehdît bikin. Ji xwe em her tim bi gefan, girtin û kuştinê mezin bûne. Medya tirk rastiya hebûna gerîlla ya li Şemzinanê veşart. Lê êdî ev rastî derket holê. Navê AKP'ê, leşker û operasyonan ê nû Şemzînan e. Li hemberî berxedana gerîlla har dibin. Divê ji şemzînanê dersê derxin. Bila êdî Erdogan dest ji şerê kurdan berde. "
Tûglûk serhildana kurdên Rojavayê jî silav kir û anî ziman ku ew dê heta dawî piştgiriyê bidnin kurdên Rojavayê Kurdistanê
Piştî axaftinan Koma Nû û Kadir Çat derket ser dikê û konser da. Girseya tev li mîtîngê bû piştî mîtîngê meşiya û polîsan mudaxaleyî girseyê kir. Bi mudaxaleyê re pevçûn derket. Bûyerên li nava kolanan belav bûn didomin.