Nûçegihanên DÎHA'yê qeza kirin

Nûçegihanên DÎHA'yê qeza kirin

Nûçegihanên DÎHA'yê yên ji Amedê ji bo şopandina nûçeyê çûn Şinrexê Dîcle Muftuoglû û Mehmet Zekî Çîçek qezaya trafîkê derbaz kirin. Hate ragihandin ku, di qezaya Muftuoglû bi giranî birîndar bû de sedema qezayê wesayîta polîsan ya ku wesayîta nûçegihanan tengas kir bû. Hate hînbûn ku, polîsên bûn sedema qezayê bêyî alîkariya nûçegihanan bikin ji cihê qezaya dûrketin.

Nûçegihanên DÎHA'yê Dîcle Muftuoglû û Mehmet Zekî Çîçek yên ji Amedê ji bo doza H.O. ya ku di meha nîsanê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê rastî tecawiza 5 kesên xwe weke polîsan nîşan dan bişopînin çûn Şirnexê di rê de qezaya tirafîkê derbaz kirin. Wesayîta nûçegihanên me li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji ber wesayîta ayîdî polîsan ew tengas kirin wergeriya. Di encama qezayê de Nûçegihanên DÎHA’yê Çîçek ji mil û piyê xwe sivik birîndar bû û Muftuoglû rewşa wê cidîye û di bin muşahadeyê de tê girtin. Ji bo Muftuoglu bê emeliyatkirin li benda nexweşxaneya zanîngehê yên herêmê ne.

POLÎSÊN BÛN SEDEMA QEZAYÊ ALÎKARÎ NEKIRIN

Nûçegihanên DÎHA'yê Mehmet Zekî Çîçek têkildarî qezayê da agahî dan û diyar kir ku, ew derdûra di demjimêr 11.00'an de ketin Şirnexê û dema li li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê diçûn, wesayît ayîdî polîsan ya camên wê reş û bi marqeya "Fort Kornet" ji nişkave wesayît bi ser wan de ajot. Çîçek tiştên jiyîn wiha vegotin:

"Ji nişkave li ser milê çepê bi ser me de hat. Me jî ji bo ku em li wan nexin me manevra kir. Dema ku min manevre kir wesayîta me di şarampolê de wergeriya. Pişt re ez ji wesayîtê derketim. Wê demê yek ji wesayîta reş ya Kornet hate xwarê. Çek li pişta wî bû. Çek bi awayekî zelal dihate dîtin. Di destê wî de bêtêl hebû. Dema hate xwarê qêriya û got 'Tu çi dikî.' Min jî jê re got, 'Tu çî dikî' Di wê demê de ez bi hevala xwe ya birîndar ya di wesayîtê de eleqedar bûm. Pişt re kesek din jî ji wesayîtê hate xwarê. Li gel em li ber nexweşxaneyê bûn dîsa ambulsan dereng hat. Ez gelek hêrs bûm. Min got, 'Hun çima ambulansê gazînakin' Wan jî got, 'Ez polîsim personelê tenduristiyê nînim' Wê demê bi bêtêlê anons derbaz kir û got 'Qezaya trafîkêye tiştekî cuda tuneye'"

Çîçek da zanîn ku, polîsan tenê ambulsan xwestin û ji bilî wê tu alîkariya wan ya ji wesayîtê wan derbixin û mudaxeleya yekemîn bikin nekirin û wiha pê de çû: "Hêj ambulans nehat jî ji cihê bûyer çûn. Di wê demê de welatiyan alîkariya me kir. Pişt re heman ekîb hate nexweşxaneyê. Bi tu kesî re neaxivîn û tenê derdor şopandin. Tu girtek negirtin. Polîsên fermî yên li nexweşxaneyê pirsa bûyer çawa qewimî kirin. Min jî tiştên ditîn jê re gotin. Min ji wan re got wesayîtekî polîsan bu sedema qezayê. Wan ji ji min pirsa tu çawa dizanî polîsin kir. Hinek nîşe girtin lê min nedîtin. Min ji tu îmzan neavêtin wê girtekê."