Niha jî Qeymeqamê Şemzînanê hewil dide eşîran berde hev

Niha jî Qeymeqamê Şemzînanê hewil dide eşîran berde hev

Gêrîlayên HPG’ê qadek mezin ya herêma çiyayî xistiye bin kontrola xwe, her roj çend kîlometreyan nêzî navçeyê kontrola nasnameyan dikin, dibêjin Qeymeqamê Şemzînanê hewil dide eşîran li dijî PKK’ê bide bikaranîn. Qeymeqam Mesût Gençturk ji bîrkiriye ku bi sedan gêrîlayên wan eşîran hene û Qeymeqam Mesût Gençturk got; “ Du eşîrên mezin yên herêmê xwe amade dikin li dijî PKK’ê şer bikin. Ev ji bo Şemzînanê firsendeke.”

Qeymeqamê Şemzînanê Mesût Gençturk ji rojnameya Akşamê re axivî û hakimyeta gêrîlayên HPG’ê ya li ser qada çiyayî ya Şemzînanê ku ev ji mehekê zêdetire didome ji nedîtî ve hat û got, ew dê eşîran li hemberî PKK’ê bikar bînin.

Qeymeqam Gençturk îdîa kir ku, gelê Şemzînanê bertekek mezin nîşanê PKK’ê daye û got; “Gel li Şemzînanê êdî piştgiriyê nade çalakiyên rêxistinê. Xelk êdî piştgiriyê dide me. Îxbarên operasyonê yên vê dawiyê tên kirin êdî ji gelê Şemzînanê bixwe tên. Ev ji bo me pir biwateye. Heta hinek BDP’yî ji bo rêxistin zarokên wan nebin çiya, zarokên xwe dişînin bajarên mezin. Du eşîrên mezin yên herêmê xwe amade dikin li dijî PKK’ê şer bikin. Ev ji bo Şemzînanê firsendeke. Bi hevgirtinek wisan em dê bikarin terorê ji herêmê dûr bixînin.”