Nerazîbûna gel encam da: 3 ciwanên kurd hatin berdan

Nerazîbûna gel encam da: 3 ciwanên kurd hatin berdan

Li gundê Girkê Dijwêr ê girêdayî bajaroka Girkê Legê 3 ciwanên ji aliyê hêzên rejîma Suriyeyê ve hatibûn binçavkirin, li ser nerazîbûna gel, hatin berdan.

Li gundê Girkê Dijwêr ê girêdayî bajaroka Girkê Legê, piştî nîvro hêzên cendirmeyan ên Suriyeyê 3 ciwanên kurd, bi hinceta ku kaçaxên leşkeriyê ne, binçav kirin. Li ser vê yekê gel daket kolanan û nerazîbûn nîşan da. Şêniyên gund her wiha ji hêzên asayîşa gel jî alîkarî xwest. Hêzên asayîşê jî bi ser avahiya cendirmeyan de girt û 5 cendirme binçav kirin. Piştî nerazîbûna gel û binçavkirina cendirmeyan 3 ciwanên kurd hatin berdan.

Serokê Meclîsa Gel a Girkê Legê Evraz Emîn bi telefonê beşdarî televîzyona Ronahî bû diyar kir ku hersê ciwanên kurd serbest hatine berdan. Emîn diyar kir ku piştî ciwanên kurd hatine berdan, 5 cendirmeyên ji aliyê hêzên asayîşa gel ve hatine binçavkirin jî, serbest hatine berdan.