Navenda Qada Civakî ya KCK’ê bang li gelê Kurd kir ku ji bo derbasbûna Xweseriya Demokratîk, dibistanên sîstemê yên ku weke “biryargehên bişaftinê” bi nav kir, red bikin. Navenda Qada Civakî, bang li gelên Asurî, Ermenî, Suryanî û Çerkezan jî kir ku li hemberî polîtîkayên asîmlasyonê yên dewleta Tirk têbikoşin û bibin xwedî helwest.
Navenda Qada Civakî ya KCK’ê der barê vebûna dibistanên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hemû êrîşên bêperwa yên dewleta Tirk ên ji bo teslîmgirina gelê Kurd, nasname, bawerî û îdealên wê, di her warî de berdewam dikin.
FAŞÎZM Û QIRKIRIN
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hukûmeta AKP’ê faşîzma herî mezin pêş xistiye û hat diyarkirin ku di serî de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurdan û gelê Kurd “qirkirinê” pêk tîne.
‘DÎROK DIBE ŞAHIDÊ AZADIYA GELÊ KURD’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qedexekirina zimanê zikmakî yê gelê Kurd bi xwe binpêkirina mafê mirovan e û suc e û hat gotin; “Siyaseta înkar û îmhayê ya li hemberî çand û zimanê Kurdê tê pêkanîn gihiştiye asta qirkirinê. Têkoşîna azadiyê ya gelê me pêş xistiye, li her çar parçeyan nêzî serkeftinê bûye û pêvajoyek a şoreşê dijî. Dîrok dibe şahidê azadiya gelê Kurd.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku berxwedana bi rûmet a gerîlayan a li Şemizînanê têkoşîna jiyanek azad û bi rûmet e û banga; “bi hêjayî xwedî li vê berxwedanê derbikevin” li gelê Kurd hate kirin.
BENDEWARIYÊN XWE JI DEWLETÊ BIBIRIN, XWESERIYA DEMOKRATÎK A KURDISTANÊ AVA BIKIN
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Em wekî navenda qada civakî, li dijî têkoşîna bi rumet ya gelê me heta îro daye bejna xwe ditewînin. Û em dibêjin ku divê li hemberî polîtîkayên asîmlasyon, îmha û înakarê ku dewlet li me ferz dike em di nava sekna şoreşgerî de bin. Yanî divê em bendewariyên xwe ji dewletê qut bikin û divê em avakirina Kurdistana xweser a demokratîk pêş ve bibin. Divê li her qadê xwe birêve bibin û divê bi derbasî pergala Kurdistana xweser a demokratîk bibin.
ZAROKÊN XWE NEŞÎNIN BIRYARGEHÊN ASÎMÎLASYONÊ
Esas yekemîn ya vê pêngavê eve ku divê em dibistanên dewletê yên ku bûna navendên înkara kesayetiyê û nasnameyê qebûl nekin û divê zarokên xwe neşînin biryargehên asîmîlaysonê. Dîsa di van biryargehan de mamosteyên ku dibên hevkarê sûvê asîmîlayonê ku ev sûcê mirovahiyê ye, divê ji vê pratîka sûc dest berdin û divê di nava pergala xw eya rewa de cih bigire. Bi tu hincetê mirov nekarin bibin hevkarê vê sûcî. Di pêngava ku em niha hatinê de gelê kurd dê vî sûcî û sûcdaran qebûl neke û tehemul neke. Gelê kurd ne mecbure bibe mehkumê gelê tirk. Gelê kurd jî wekî gelên din bi nasname çand û zimanê xwe serbilind e. Ligel vê mirov çawa dikarin dewleteke bê heya qebûl bikin. Kesên ku ji xwe re rêzdarin dê bersivê bidin vê heqaretê.
DOST Û DEMOKRAT DIVÊ TERCIHÊN XWE ZELAL BIKIN
Li dijî polîtîkayên dewletê ku li gelê me rewa dîtine ne tenê gelê kurd divê gelê Ermenî, Asurî, Suryanî, Çerkez û her wekê din divê têbikoşin û berpirsyariya xwe bînin cih. Siyaseta îmha û înkarê ya li hemberî gelê met ê pêkanîn polîtîkaya bi zorê tirkirine û sûcê mirovahiyê ye. Hemû kesên ku dibêjin em demokrat in divê li dijî faşîzma AKP’ê têbikoşin. Divê tercîha xwe zelal bikin. Em bawerin ku dê hemû gel têbikoşin û azadiya xwe bidest bikin. Em dibêjin ku rojên azad nêz in.”