Vê sibê li Silêmaniyê di encama hilweşîna hilweşîna dîwarê înşeatekê de karkerên bi navê Loqman Mistefa Bozi û Mehmud Mihemed Mislim ên ji Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan û 6 karker birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, vê sibê li avahiya Familimoll a Silêmaniyê dîwar bi ser karkerên ji Rojavayê Kurdistanê de ket û di encam de 2 bi navê Loqman Mistefa Bozi û Mehmud Mihemed Mislim ên ji Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan û 6 karker birîndar bûn. Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Firyakewtin a Silêmaniyê.
Hate zanîn dê cenazeyên her du karkerên din jî bibin Rojavayê Kurdistanê.