Navçeyên Colemêrgê biboneya 9’ê Cotmehê dikan nevekirin

Navçeyên Colemêrgê biboneya 9’ê Cotmehê dikan nevekirin

Esnafên navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê biboneya salvegera roja 9'ê Cotmehê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistin dikanên xwe venekirin. Li her 3 navçeyan hemû dikan girtîne û polîsan tedbîrên berfireh girtin.

Esnafên navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê bi armanca şermezarkirina 14'emîn salvegera 9'ê Cotmehê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket, dikanên xwe venekirin. Li her 3 navçeyan bi temamî dikan girtine û Kurdistanî li hinek nokteyan dest kombûnê kirin. Li navçeyan polîsan li ber saziyên dewletê tedbîr girtin û gelek yekîneyên polîsên çewîk bi cih kirin.