Nasnameya gerîlayê li Elbakê jiyana xwe ji dest da aşkere bû

Nasnameya gerîlayê li Elbakê jiyana xwe ji dest da aşkere bû

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê nasnameya gerîlayê HPG’ê yê ku di 2’ê Îlonê de li navçeya Elbaka Wanê jiyana xwe ji dest da aşkere kir. HPG’ê ragihand ku di heman çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama operasyona artêşa Tirk de li navçeya Elbaka Wanê pevçûnek qewimî û di encamê de 3 leşker mirin, 2 jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku gerîlayek ji jî jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 1'ê îlonê de di saet 14.20'an de li navçeya Elbaka Wanê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên li dijî Gundên Xatîpawa û Dalyayê derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerê dijmin hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Piştî çalakiyê bi saetekê dijmin li dijî herêmê bi wesayitên zirxî û bi daxistinan mudaxele dike û heta saet 16.00'an li sêgoşeya Gundê Avzanê di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmin de pevçûn qewimiye. Di encama vê pevçûnê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Rêhevalek me jî bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê. Dijmin ê li ser cenazeyên rêhevalê me heta 02.00'ê ye şev kemîn avêtiye di danê sibê yê 2'ê îlonê de bêencam paş de vekişiyaye.”

Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da wiha ye: Tekîn Guzel, bi nasnavê Zinar Sargaç, li navçeya Tetwana Wanê ji dayîk bûye.