Nasnameya du gêrîlayên jiyana xwe ji dest dan aşkera bûn

Nasnameya du gêrîlayên jiyana xwe ji dest dan aşkera bûn

Nasnameya gêrîlaya di 26’ê Tebaxê li dijî lûleya petrolê ya Kerkûk-Yûmûrtalik ya ser bi navçeya Silopî ya Şirnexê ve çalakiya sabotajê pêkanîn û jiyana xwe ji dest dayî, her wiha di heman rojê de gêrîlayekî din yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dayî aşkera kirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku, di 26’ê Tebaxê li derdora demjimêr 24.30’an de gêrîlayên HPG’ê li dijî lûleya petrolê ya Kerkûk-Yûmûrtalikê ya ser bi navçeya Silopiya Şirnexê ve çalakiya sabotajê pêkanîne û di vê çalakiyê de gêrîlaya HPG’ê binasnav Zîlan Cûdî, Tirkiye Muhammed ku li Tirbespiya Rojavayê Kurdistanê ji dayîkbûye jiyana xwe ji dest daye.

HPG’ê nasnameya gêrîlayê ku diheman rojê de ango 26’ê Tebaxê operasyona ku ji aliyê leşkerên Alaya Bilêcana ser bi navçeya Çelê ya Colemêrgê ve jiyana xwe ji dest dayî aşkera kir. HPG’ê ragihand ku, “Di vê pevçûnê de 10 leşkerên dijmin hatine kuştin, 2 mewziyên dijmin jî hatine îmha kirin. di pevçûnên rû dayî de rêhevalek me jî gihaye şahadeta xwe û me ev agahî bi raya giştî re parvekiribû.”

HPG’ê ragihand ku, gêrîlayê li Çelê jiyana xwe ji dest dayî binasnav Derwêş Mîran, Edîp Ehmed yê ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye.