HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên di pevçûnên ji serê meha cotmehê ve li Şemizînanê qewimî de jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) diyar kir ku di 1-2’yê cotmehê de li navçeya Şemzînan a Colemêrg pevçûnên dijwar qewimîn. HPG’ê da zanîn ku wana beriya demekê dabû diyarkirin ku ew nikarin agahî ji 5 gerîlayan bigirin. Hat diyarkirin ku gerîlayên ku HPG’ê agahî ji wan nedigirtin jiyana xwe ji dest dane.
Nasnameyên her pênç gerîlayên HPG’ê yên li Şemzînan jiyana xwe ji dest dan wiha ne:
-Necîp Çagan, bi nasnavê Armanc Zîlan, li Wanê ji dayîk bûye
-Zarîfe Soylû, bi nasnavê Hêvîdar Amed, li Amedê ji dayîk bûye
-Merve Ezgî Ozcan, bi nasnavê Hîra Rûstem, li Colemêrg ji dayîk bûye
-Cîhan Tekçe, bi nasnavê Rizgar Colemêrg, li Colemêrg ji dayîk bûye
-Bekir Şems, bi nasnavê Rûbar Ehmed, li Makûyê ji dayik bûye.