Nasnameya 4 gêrîlayên li Elkê jiyana xwe ji dest dan aşkerabûn

Nasnameya 4 gêrîlayên li Elkê jiyana xwe ji dest dan aşkerabûn

HPG’ê ragihand ku, di çalakiya 2’ê Îlonê ya li navçeya Elka Şirnexê de 4 gêrîlayan jiyana xwe ji dest dane. HPG’ê nasnameyên gêrîlayên jiyana xwe ji dest dayîn aşkera kirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku, di çalakiya Elkê ya 54 leşker, polîs û tîmên taybet hatine kuştin û dest danîbûn ser gelek çekan de 4 gêrîlayan jî jiyana xwe ji dest dane.

Gêrîlayên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Daryuş Havasî bi nasnav Hewrê Helhor, li bajarê Îlan yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Mehredad Tetmûyî bi nasnav Ferhat Ayhan, li bajarê Selmas yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Îbrahîm Kiliç bi nasnav Şoreş Melezgirt, li bajarê Îdirê yê Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Rahmant Mahmudpur bi nasnav Metîn Alan, li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.