Di du pevçûnên cûda yên di dîrokên 3-4’ê Cotmehê de li navçeya Diha Sêrtê rû dan de, nasnameya 3 gêrîlayên jiyana xwe ji dest dayîn hatin aşkera kirin.
Navenda Çepamenî-Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) ragihand ku, di pevçûna yekem ya 3’ê Cotmehê de du gêrîlayan jiyana xwe ji dest daye. NÇR-HPG’ê aşkar kir ku, “3’ê Cotmehê di demjimêrên 21.30’an de li nêzî qereqola Memîra ya ser bi navçeya Diha Sêrtê ve di navbera gêrîlayên me û hêzên dijmin de şer derketiye û di encamê de 2 gêrîlayên me gihane şahadetê.”
HPG’ê ragihand ku, “Pevçûna duwem jî di 4’ê Cotmehê di demjimêr 01.00’an de li nêzî gundê Torik yê ser bi navçeya Dihê ve rû daye. Li vir gêrîlayekî me bi qehremanî şer kiriye û gihaye şahadetê.”
Gêrîlayên li nêzî qereqola Memira jiyana xwe ji dest dayîn wiha ne:
Erdal Ceylan bi nasnav Ferhat li bajarê Dîlok yê Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Mûrat Aça bi nasnav Serxwebûn li bajarê Mêrdîn yê Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Nasnameya Gêrîlayê HPG’ê yê li nêzî gundê Torik jî jiyana xwe ji dest dayî jî wiha ye:
Edîp Çetîn bi nasnav Beşîr Mardîn li Dêrîk/Mêrdîn yê Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye.
NÇR-HPG’ê di daxuyaniya dayî de ragihand ku, “Gerîlayên me yê li dijî hemû êrîşên artêşa dagirker û faşîst yên tunekirina gêrîlayên me armanç dike bi lehengî liberxwedane û gihîştine şahadetê. Em di wê baweriyê de ne ku wê gelê me di vê roja lanetkirina komploya 9’ê Cotmehê re bikin yek û bi serhildanan xwedî li van lehengan derbikeve.”