Nasnameya 2 gerîlayên li Şemizînanê jiyana xwe ji dest dan

Nasnameya 2 gerîlayên li Şemizînanê jiyana xwe ji dest dan

Nasnameya du gerîlayên di çalakiya ji sê aliyan ve li hemberî navenda Şemizînan pêk hat de jiyana xwe ji dest an aşkere bûn.

HPG’ê got; “Di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya gerîlayên me di 23'ê Tebaxê de li navenda Şemzînanê dabû destpêkirin li dijî hin qereqolên li derdora navenda navçeya Şemzînanê hin çalakî hatine lidarxistin” û diyar kir ku di encama çalakiyan de 28 leşker hatin kuştin. HPG’ê çapemeniya Tirk derewand û aşkere kir ku 2 gerîlayan tenê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemenî-Ragihyandina HPG’ê got; “Hejmara wendahiyê gerîlayên me yê di vê çalakiyê de yên di çapemeniya tirkan de tê dayîn dûrî rastiyêye. Di encama çalakiyên li navenda Şemzînanê hatine lidarxistin de 2 rêhevalên me gihîştiye şahadetê.”

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Firûz Brûkîmadlu, bi nasnavê Akîf Arvîn, li bajarê Makoya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Mûrat Çapa, bi nasnavê Cemşîd Amed, li Amedê ji dayîk bûye.