Di encama teqîna di 20’ê Tebaxê de li Dîlokê pêk hat de 11 sivîl jiyana xwe ji dest da. Hema piştî bûyerê rayedarên AKP’ê, Waliyê Dîlokê, Emniyet û çapemeniya Tirk di carekê de PKK’ê weke berpirsê teqînê destnîşan kirin. Ev bûyer bê ku were lêkolînkirin, xwestin biavêjin stûyê PKK’ê, lê ev yek jî di serê mirovan de bû sedema nîşanên pirsê. Lê hukûmet di vê mijarê de bi israr bû. Ji ber ku li hemberî çalakiyên dawî yên gerîlayan pir tengav bûye. Hukûmeta Tirk li Sûriyeyê û li gelek qadan tengav bûye. Lê hema rojek piştî teqîna li Dîlokê rayedarên AKP, CHP û MHP’ê yên ku dijûnan ji hev re dikirin li hev civiyan.
Ji teqîna li Dîlokê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin, tişta ji wan hat kirin. Piştî daxuyaniyên rayedarên hukûmet û Walîyê Dîlokê, daxuyanî hatin dayîn. Walîtiyê îdîa kir ku çalakî ji aliyê Eyaleta Amedê ya HPG’ê ve hatiye kirin. Her wiha, aşkere kir ku kesê çalakî li dar xistiye jî Mûrat Fîraz ê bi nasnavê Fîraz e. Walî ragihand ku Mûrat Fîlîz li Dîlokê û vê yekê bi çapemeniyê re parve kir. Lê ev daxuyaniya Walîtiyê ji nakokiyan tije bû. Lê AKP û çapemeniya Tirk ji bo vê komploya qirêj pir bi israr bûn. Lêpirsîna der barê bûyerê de hema di carekê de qediya. Hinek kes hatin girtin. Gava mirov lêkolînek biçûk li ser kesên walîtiyê navên wan dane bike, mirov dê bizane daxuyaniya Waliyê Dîlokê ne rast e.
MÛRAT FÎLÎZ: PIŞTÎ TEVLÎ GERÎLA BÛM QET NEÇÛM DÎLOKÊ
Me nêrînên rayedarên Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê yên der barê bûyera Dîlokê de pirsî. Rayedarên HPG’ê dan zanîn ku ew bi Mûrat Fîlîz re axivîne û daye diyarkirin ku piştî ew tevlî nava refên gerîlayan bûye, qet neçûye Dîlokê. Gotin ger hûn bixwazin dikarin bi Mûrat Fîlîz re biaxivin. Me jî bi rêya bêtêlê bi Mûrat Fîlîzê ku Waliyê Dîlokê ew weke berpirs destnîşan kir re hevpeyvînek kir.
Mûrat Fîlîz da zanîn ku piştî ew tevlî nava refên gerîlayan bûye, qet neçûye Dîlokê. Fîlîz teqîna li Dîlokê şermezar kir û got ku teqîna li Dîlokê kemîna AKP’ê ye. Gerîlayê HPG’ê Mûrat Fîlîz ragiyand ku daxuyaniyên Walîtiyê jî dane tenê senaryo ne û bi bîr xist ku gerîla li hemberî sivîlan çalakî nakin, divê raya giştî ya Kurd û Tirk li hemberî vê yekê hişyar bin. Mûrat Fîlîz destnîşan kir ku AKP dixwaze bi vê teqînê zextê li gel bike û wana bitirsîne. Fîlîz bal kişand ku teqîna li Dîlokê karê AKP’ê ye.
Walîtiya Dîlokê û Emniyetê dabû zanîn ku Mûrat Fîlîz parazvanê nêzîk ê Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bû. Fîlîz der barê vê yekê de jî agahî da û da zanîn ku wî tu carî di nava gerîlayan de wezîfeyeke wiha nekiriye û bal kişand ku li hemberî berxwedana gelê Kurd û gerîlayan AKP dixwaze li provakasyonan bike.
DR: BAHOZ ERDAL: TEQÎNA LI DÎLOKÊ KARÊ AKP’Ê Y
Firsendek ji me re çêbû ku em der barê teqîna li Dîlokê de bi rayedarên KCK û fermandarên HPG’ê re biaxivin. Di carekê de me bersiva “Çalakiyek wiha ne ya me ye” dan. Rayedarên KCK û HPG’ê bal kişandin ku çapemeniya Tirk bi weşanek beriya teqînê hatiye amadekirin, xwest bûyerê biavêje stûyê PKK’ê.
Endamê Desteya Fermandeya HPG’ê Dr Bahoz Erdal jî di vê mijarê de nêrînên xwe bi me re parve kir. Erdal bi awayeke aşkere û zelal da zanîn ku ev bûyer karê AKP’ê ye. Erdal destnîşan kir ku hema piştî bûyerê HPG û KCK2ê teqîna li Dîlokê şermezar kir û bi bîr xist ku heta niha tevgera wan hemû çalakiyên ku kirine lê xwedî derketine û da zanîn ku ger xeletiyek hebe jî lêborîn xwestine. Erdal destnîşan kir ku ev provakasyonek a AKP’ê ye û wiha bal kişand ser nakokiyên di daxuyaniyên rayedarên Tirk de: “Walîtiya Dîlokê xwestiye teqînê biavêje stûyê Amedê, ev yek nezaniyek mezin e. Ji ber ku Dîlok nakeve nava sînorên Eyaleta Amedê. Ji ber wê jî Eyaleta Amedê, nikare ji bo çalakiya li Dîlokê fermanê bide. Ev yek ne li gorî karûbarên HPG’ê ne. Divê ev yek were zanîn. Ya duwem; Me bi hevalê xwe yê bi navê Mûrat Fîlîz re hevdîtin pêk anî.Hevalê me teqez ne li Dîlokê bû. Neçûye Dîlokê û di nava yekîneya xwe de ye. Fermandarê HPG’ê Dr. Bahoz Erdal bal kişand ku teqîn û provakasyonên wiha di demên berê de ji aliyê JÎTEM û Ergenekonê ve dihatin kirin, lê niha jî ji aliyê AKP’ê ve tê kirin.