Mitînga Wanê destpê kir

Mitînga Wanê destpê kir

Li Wanê mitînga 1 Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya ku bi peşêngatiya BDP'ê, KCD'ê û HDK'ê tê lidarxistin ji 3 milan ve meşê destpê kir.

Mitînga herêmê ya 1 Îlonê ya Roja Aşitiya Cîhanê li Wanê bi meşê destpê kir. Girsê ji 3 milan ve ber bi Garaja Şaredariye ve meşiya ji ber ku nexwestin 4 nokteya polîsan bên lêgerîn kirin navbera polîs û girsê de rageşî çêbû. Piştî rageşiyê girse bê lêgerîn ket qadê. Hevseroka KCD'ê û Parlementerê Wanê Aysel Tûglûk, Parlementerên BDP'ê Nazmî Gur, Ozdal Uçer, Adîl Kurt, Halîl Aksoy, Êndamê Meclîsa KCD'ê Seydî Firat, şaredarên herêmê û nûnerên rêxistinên sivîl û civakî jî girsê ketin qadê. Piştî meşê mitîng destpê kir.

KURDAN DAXWAZÊN XWE LI SER PANKARTAN NIVISAND

Li qadê pankartên wek "Li Sûriyeyê ji şer re na", "Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ya demokratîk aşitiyêk bir rûmet", "Em qetlîama Roboskiyê jibîr nakin", "Em di şexsê şehîdê me yê Mertalê Zindî Yildirim Ayhan hemû şehîdên şorêşê bîr tînin" hatin vekirin. Li qadê wêneyên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Yildirim Ayhan yê ku di çalakiya mertalên zindî de hate kuştin, hatin vekirin. Girsê bi stranên komên herêmî govend girt, jinan jî bi cilên xwe yên herêmî renk dan qadê. Gelek polîsên di serî de ji Erzirom, Agirî û Bedlîsê hatin qad dorpêç kirin gelek caran jî helîkopter li ser qade firiyan. Mitînga bi rêzgirtinê destpê kir bi axaftinan berdewam dike.