Mitînga BDP’ê ya Cizîrê jî hat qedexekirn

Mitînga BDP’ê ya Cizîrê jî hat qedexekirn

Qedexeyên Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn ê bi nijadperestiya xwe tê nasîn bi dawî nabin. Niha jî mîtînga Cizîrê qedexe kir

Naîm Şahîn ku 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, 21'ê Adarê Roja Newrozê û 14'ê Tîrmehê ku ji bo kurdan roja vejîn û berxwedanê bû qedexe kir, niha jî mîtîngên ji bo aştiyê li kurdan qedexe dike. Wezîrê Karê Hundir ewil mîtînga aştiyê ya Sîweregê, pişt re ya Qoserê qedexe kir. Niha jî mîtînga aştiyê ya Cizîrê qedexe kir. Li Sêweregê dê di 25'ê Tebaxê de, li Cizîr û Qoserê jî dê di 26'ê Tebaxê de mîtîngên "Em meşa Azadiyê silav dikin" li dar bixistana.