Walîtiya Rihayê mitînga BDP'ê ya Sêwerekê ya bi dirûşima "Em meşa we ya azadiyê silav dikin" qedexe kir.
Walîtiya Rihayê mitînga BDP'ê ya ya ji bo piştgiriyê bidin têkoşîna Kurdên li Suriyeyê û polîtîkayên hikûmeta AKP'ê teşhîr bikin ya Sêwerekê qedexe kir. Biryara qedexeyê ya bi îmzaya alîkarê Waliyê Rihayê Ramazan Seçîlmîş hate girtin ji Rêxistina BDP'ê ya Sêwerekê re hate şandin û cih dan hesasiyetan.
Di biryarê de hate diyarkirin ku di demên dawî de gelek welatî û leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Di biryarê de hate bilêvkirin ku dibe komên vê rewşê şermezar bikin bi kesên tevlî mitîngê dibin re li hev bên û wê demê dibe bûyer pêk bên.
Di biryarê de hate gotin ku di destê wan de agahiyên li hemberî polîsan êrîşên bi kevir, molotof û fîşekên hewayî dê pêk bên û li gel vê yekê mitîng dê bibe propagandeya PKK'ê û KCK'ê di dest wan de hene û wiha hate gotin: "Ji ber van sedeman mitînga Serokatiya Rêxistina we ya dê di 25'ê tebaxê de hatiba li dar xistin hastiye qedexekirin."