Mehmet Yalçinê bedena xwe da ber agir, jiyana xwe ji dest da

Mehmet Yalçinê bedena xwe da ber agir, jiyana xwe ji dest da

Mehmet Yalçin yê ku 16 salî bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike li ber Edliyeya Qoserê bedena xwe da ber agir jiyana xwe ji dest da.

Mehmet Yalçin yê ku di 1'ê tebaxê di demjimêr 21.00'an de li ber Edliyeya Qoserê bedena xwe da ber agir li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da. Yalçin li nexweşxaneyê 6 caran hate emeliyatkirin û bedena wî ji sedî 65 şewitîbû. Hate hînbûn ku, piştî karên fermî bi dawî bûn dê cenazeyê Yalçin bê girtin û li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bê definkirin.

NAMEYA YALÇIN LI PEY XWE HIŞT

Dema Yalçin çalakiya xwe şewitandinê li dar xist li pey xwe nameyek hiştibû. Yalçin di nameya xwe de bang li gelê Kurd kir û wiha got: "Sedema min ya vê çalakiyê dewleta T.C. ya ku tecrîdê li ser Rêber Apo pêk tîne ye. Vê yekê gelek bandor li ser min kir. Ji ber vê yekê ez bedana xwe didim ber agir. Zextên li ser gelê Kurd gelek zora min diçûn. Ez dixwazim vê yekê bêjim, min gelek dixwast ez bibim gêrîla lê qismet nebû. Erdogan ji xwe re dêbêje 'ez mislimanim' lê xwe dixapîne. Heke gadar û êrîşkar nebe dê hovîtiya li dijî kurdan rawestandiba. Ji ber ku mislimanek rast nîne aştî dê zor pêk bê. Heke Kurd xwe sist bigirin ne aştî pêk tê ne jî azadî. Dema polîs bombeyek gazê diavêje hemû kes direve. Divê li şûna revînê em berxwe bidin û serî hil bidin. Ji ber ku tu çareya me ya din tuneye. Azadî incax bi têkoşîna çekdarî pêk tê. Ez Rêber Apo, gêrîla û kurdên bi namûs yên berxwe didin silav dikim."