Heyeta ji Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) pêk tê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê hatin gundê Roboskiyê ku 34 welatî lê hatin qetilkirin ziyaret kir. Di serdana gund de Sekreterê Meclîsa Aştiyê Hakan Tahmaz diyar kir ku, ji bo li Tirkiyeyê aşti pêk bê, divê berî her tiştî tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Tahmaz da zanîn ku, dewletê li Qilebanê hêza xwe winda kiriye.
Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) biboneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê gundê Roboskiyê yê ku di 28'ê Kanûna 2011'an de 34 welatiyên sivîl ku piraniya wan zarok bûn ji aliyê balafirên şer yên tirk ve hatin qetilkirin, ziyaret kir. Di heyeta ku şevê din hatin gundê Roboskiyê de Hakan Tahmaz, Abdulhekîm Daş, Çoşkun Ustercî, Mehmet Şirin Tunç, Ayşe Aydogan û aktîvîstên Meclîsa Aştiyê yên Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Hatay, Amed, Bedlîs, Mêrdîn û Wanê hatibûn û nûnerên KESK, TTB, ÎHD, TMMOB, VAKAD'ê cihê xwe girtin.
'TENÊ RÊYA AŞTIYÊ OCALANE'
Li ser navê heyetê Sekreterê TBM'ê Hakan Tahmaz anî ziman ku, li gel malbatên Roboskiyê rastî komkujiyê jî hatine dîsa aştiyê dixwazin û ji bo aştiyek mayinde hawar dikin. Tahmaz bal kişand ser bûyera Dîlokê û wiha got: "Mixabin kesên di komkujiya Dîlokê de ref girêdan, li hemberî komkujiya Roboskiyê hêj bêdengin. Li Tirkiyeyê ji bo aştî pêş bikeve divê berî her tiştî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin bê kirin. Divê Brêz Ocalan muhatab bê girtin û diyalog û muzakere dest pê bike. Divê dîsa pêvajo destpê bike. "
MALBATÊN ROBOSKIYÊ: EM DÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN
Malbatan jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku, dê berxwetan û têkoşîna xwe berdewam bikin. Heyeta Meclîsa Aştiyê û malbatên Roboskiyê biboneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê çûn ser goristana 34 welatiyan û gor ziyaret kirin. Di ziyareta goristanê de malbatan wêneyên 34 kesên hatine qetilkirin rakirin û tîşortên ku wêneyên kesên hatine qetilkirin li ser hene lixwe kirin.
Endamê Meclîsa Aştiyê Mehmet Şirin Tunç jî anî ziman ku, ew di rojek wisa bi wate de dixwazin li gel malbatan daxwazên xwe yen aştiyê bînin ziman û piştgiriya xwe bînin ziman.
'BILA PÊVAJOYA MUZAKEREYAN DÎSA DESTPÊ BIKE'
Hakan Tahmaz jî anî ziman ku, wan gelê Roboskiyê ji bîr nekiriye û ji bo piştgirî û hevkariya xwe ya bi wan re bînin ziman hatine Roboskiyê. Tahmaz bilêv kir ku, dewletê li Qilabanê ji ber ku peywira xwe bi cih neaniye dewletê li Qilabanê winda kiriye.
Pişti axaftinê navê 34 kesan hate xwendin û her kesî bi hev re bi yek dengî got "Em li virin"
Piştî axaftinê heyeta Roboskiyê ji gund veqetiya.