Mayînên dewleta Tirk welatiyek din jî birîndar kir

Mayînên dewleta Tirk welatiyek din jî birîndar kir

Mayinên ku Tirkiyeyê li ser sînorê rojavayê Kurdistanê danîne, her roj dibin sedema mirin an jî birîndariyekê. Îro jî li ser sînor şivanekî ku pezê xwe diçêrand pê li mayinê kir û birîndar bû. Beriya du rojan 3 kesên ji Rojava derbasî Bakûr dibûn jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li gundê Qeremox ê girêdayî Kobanê şivanê bi navê Mihyedîn Muslum dema li nêzî sînor pezê xwe diçêrand, pê li mayinê kir. Di encama teqînê de piyekî Muslum ji gozekê jê bû û bi giranî birîndar bû. Muslum rakirin Nexweşxaneya Kobanê.

Tê zanîn ku li ser sînorê Tirkiyeyê herêmek mayînkirî heye û heta niha bi dehan kesan ji ber van mayinan jiyana xwe ji dest dane. Paqijkirina mayinan demek beriya niha bibû rojeva rayedarên tirk, lê heta niha nehatine paqijkirin.

Herî dawî di 31’ê Tebaxêd e di dema koma penaberên ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibûn, pê li mayînên ji aliyê artêşa Tirk ve hatibûn danîn kirin. Di encama bûyerê de penaberên bi navê Beşar Huseyîn û Hilda Husenînof jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn. Ji birîndarên ku li nexweşxaneya dewletê ya Qoserê dihatin dermankirin Dawut Salih jî jiyana xwe ji dest dan.