Malbatên gêrîla û leşkeran: Polîtîkayên AKP’ê rê li çareseriyê digire

Malbatên gêrîla û leşkeran: Polîtîkayên AKP’ê rê li çareseriyê digire

Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê, li salona Navenda Çand û Hunerê ya Şaîr Nabî, bi boneya 1'ê Îlonê panela bi "Ji bo Aştiyê diyalog" pêk anî. Di panelê de malbatên gêrîlayê HPG’ê û leşkeran diyar kirin ku, polîtîkayên AKP'ê rê li pêşiya çareseriyê digire û pirsgirêkê kûr dike.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Rihayê, li salona Navenda Çand û Hunerê ya Şaîr Nabî, bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê panela bi navê "Ji bo aştiyê diyalog" pêk anî. Li salona panelê pankartên "Bila girtî serbest bên bertan", "Mafên mirovan jiyana bi rûmet, wekhev û azade." "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" hatin vekirin. Di panelê de nûnerên KESK, DÎSK, 78'an, parazvanên mafên mirovan û parêzer amede bûn.

Dîsa malbatên gêrîlayên HPG'ê û leşkerên ku di şer û operasyonan de jiyana xwe ji dest dane amade bûn. Di panelê de Serokê SES'ê ya Rihayê Îsmet Karadag û parazvanê mafên mirovan Şeyhmus Çakirtaş wekî panelîst amade bû.

Berî axaftinan sînevîzyona dîmen û wêneyên malbatên gêrîlayên HPG'ê yên ku dema cenaze wergirtin hatin pêşandan. Destpêkê pêşkêşvan û Serokê ÎHD'ê Cemal Babaoglu ani ziman ku, 100 salin gelê Kurd tên înkarkirin û dixwazin li Tirkiyeyê tenê yek ramanê pêş bixin.

MALBATÊN LEŞKER Û GÊRÎLAYAN BANG LI HIKÛMETÊ KIR

Piştî Babaoglu malbatên leşker û gêrîlayan bang li her kesî kirin û xwestin li hemberî pirsgirêkê bi hîstyar tev bigerin. Malbatan anîn ziman ku, sedema desteserkirina zarokên wan yên ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve hikûmeta AKP'ê ye. Malbatên gêrîlayên HPG'ê jî diyar kirin ku, wan zarokên xwe winda kir, lê naxwazin zarokên tu kesên din bên windakirin û ji her kesî xwest ji bo ev şer bi dawî bibe her kes di nava hîsteyariyê de bin.

Serokê SES'ê yê Rihayê Îsmet Karadag jî xwest ku, ne tenê gelê Kurd hemû gelên cîhanê aştiyê bixwazin.