Malbata gêrîlayê HPG'ê Aziz Şengal ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin çûn Meletiyê. Malbatê piştî cenazeyê kurê xwe wergirtin, ber bi Wan ve derketin rê.
Malbata gêrîlayê HPG'ê Aziz Şengal yê di 23'ê Tîrmehê de li navçeya Şemzînanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin çûn Meletiyê. Malbatê piştî serî li Dozgeriya Komarê dan çûn Saziya Tipa Edlî û cenaze teşhîs kirin. Malbatê piştî cenaze nas kirin, cenazeyê kurê xwe wergirtin û ber bi Wanê ve bi rê ketin.
Di şer de 12 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe je dest dabûn. Cenazeyên 7 gêrîlayên HPG'ê şandibûn Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û cenazeyên 5 gêrîlayên HPG'ê jî ji aliyê gêrîlayan ve hatibûn definkirin. Malbata gêrîlaya Aziz Şengel ya ji Elbaka Wanê, li gel rêveberên MEYA-DER'a Wanê ber bi Meletiyê cenaze wergirtin û ber bi navçeya Elbakê ya Wanê ve bi rê ketin.
Cenaze dê sibê li gundê Kaşkolê yê Elbaka Wanê di demjimêr 10.00'an de bi girseyî bê definkirin.