HPG’ê ragihand ku kontrola gerîlayan a li ser navçeyên Şemizînan, Gever û Çelê berdewam dikin û ragihand ku gerîlarayan di 27’ê Tebaxê, li çar cihan çalakî pêk anîne. Har aşkerekirin ku li Colemêrgê2 û li Dêrsimê jî du jê bi rutbe,6 leşker û li navçeya Elbaka Wanê jî leşkerek hatiye kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan ên li Colemêrg / Şemzînan-Gever-Çêlê û kontrola gerîlayan a li herêmê de agahî da.
Di daxuyaniyê de der barê çar çalakiyên gerîlayan de ev agahî hatin dayîn:
“Li dijî Alaya Garê ya girêdayî navçeya Şemizîanê, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de leşker ê dijmin hatiye kuştin. Piştî çalakiyê, dijmin herêmê bê ser û ber daye ber obîs û hewanan.
Li navçeya Şemzînanê, ji aliyê gerîlayên me ve di navbera herêma Gerdiyan û Bêgozê de çalakiya kontrolkirina rê hatiye pêkanîn. Di wesayîtên hatin rawestandina de nasname hatin kontrolkirin û gerîlayên me der barê pêvajoyê de gel agahdar kirine.
Saet di 06.00-07.00 de li ser rêya di navbera Şemizînan û Geverê, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek a kontrolkirina rê hatiye pêkanîn. Di wesayîtên hatin rawestandina de nasname hatin kontrolkirin û gerîlayên me der barê pêvajoyê de gel agahdar kirine.
Saet di 07.30 de, li navçeya Çelê, ji aliyê gerîlayên me ve li dijî girên Alaya Bilêcanê ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek dijmin hatiye kuştin û 2 leşkerên dijmin jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê dijmin herêmê bê ser û ber daye ber obîs û hewanan.”
ÊRÎŞA OBÎS Û HEWANAN
HPG’ê di derbarê herêmên artêşa Tirk bombebaran dike jî agahî dan û ragihand ku, di navbera rojên 26-28’ê Tebaxê de ango sê rojan artêşa Tirk bi hewan û obîsan herêmên Geliyê Zap, Garê, Ertûş û Cîloyê biçûk topbaran kirin û êrîş hêjan didomin.
LI DÊRSIMÊ YEK JÊ PAYE BILIND 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN
HPG’ê di derbarê çalakiyên gêrîlayan yên li herêmên din yên Kurdistanê jî agahî dan û aşkera kir ku, di 27’ê Tebaxê demjimêr 14.00’an de li dijî qereqola Sirtkan ya navçeya Hozata Dêrsimê çalakî pêkanîne û di çalakiyê de 1 jê paye bilind 5 leşker hatin kuştin. Di daxuyaniya ku balê dikişîne ser ku, incex karîne sibeha roja piştî çalakiyê mirî û birîndarên xwe bibin û ragihand ku artêşa Tirk li herêmê operasyon da ye destpê kirin. HPG’ê di daxuyaniyê de diyarkir ku, artêşa Tirk bi hewan û obîsan bê serûber herêm topbaran kiriye û di encam de şewat derketiye, şewat hêjan didome.
LI ELBAKÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN
HPG’ê ragihand ku, “Di 28’ê Tebaxê (îro) di demjimêr 05.40’an de li dijî Qereqola Kisimli ya ser bi navçeya Elbaka Wanê ve ku avakirina wê didome, gêrîlayên me çalakiyek pêkanîne. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.”
LI ÇIYAYÊ GABARÊ KESEK HATE BINÇAVKIRIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku, di 26’ê Tebaxê demjimêr 15.00’an de gêrîlayên HPG’ê di navbera baregeha leşkerî ya Sewadiye û gundê Findikê ku di sînorê çiyayê Gabar yê ser bi Şirnexê ve ye rê kontrol kirine û kesê binavê Halîl Esendemîr yê ku erzaq ji baregeha leşkerî ya Sewadiyeyê re dibir hatiye binçavkirin.
GENÇ TÊ BOMBEBARAN KIRIN
HPG’ê ragihand ku, li gel herêmên di bin kontrola gêrîlayan de têne bombe baran kirin, di van demên dawî de herêmên sivîl jî têne bombebaran kirin, ev 3 roje artêşa Tirk navçeya Genç ya Çewlikê bombebaran dike.
HPG’ê diyarkir ku, “Di navbera rojên 26-28’ê Tebaxê de artêşa Tirk ya dagirker herêmên Heştber û Segamêrgê yên ser bi navçeya Genç ya Çewlikê ve bi hewan û obîsan topbaran dike. Şewata ku di encama topbaranê de derketî hêjan didome.”
OPERATOR SERBEST HATE BERDAN
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku, “Operatorê dozerê ku di 24’ê Tebaxê li ser rêya Ebex-Bazîdê hatibû binçavkirin serbest berdane. Gêrîlayên HPG’ê li ser rêya navçeya Bazîd ya Agiriyê û Ebexa Wanê rê kontrol dikir, operastorê dozerê Zeydîn Sargut hatibû binçavkirin, piştî karûbarên îdarî û hiqûqî temam bûn Sargun serbest hatiye berdan.”