Li Wanê piştî Mitînga Aşitiyê pevçûn

Li Wanê piştî Mitînga Aşitiyê pevçûn

Li Wanê piştî mitînga bi girseyî li Gajara Şaredariyê pêk hat li taxa Xaçortê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn rû da. Ciwanan bariyerên polîsan destser kirin û bersiva polîsan a bombeyên gazê û ava şid bi keviran da.

Li Wanê piştî mitîngê di navbera gireya belav dibû û polîsan de rageşî derket. Bûyerên li taxa Xaçortê veguherî pevçûnan ciwanan bariyerên polîsan destser kirin û Kolanan Orhan Dogan ji trafîkê re girt. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxele li ciwanan kir û ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan da. Bûyer didomin.