Hate ragihand ku, di operasyona piştî teqîna li navçeya Elbaka Wanê qewimî hate destpê kirin, pevçûnê rû da. Hate ragihandin ku, di pevçûnê de çawişekî pispor birîndar bû, hate îdîakirin ku gêrîlayekî HPG’ê jî jiyana xwe ji dest daye.
Operasyona ku ji aliyê leşkerên Fermandariya Tabûra Komando ya Elbakê ve piştî teqîna nêzî Gundê Çamlik ya ser bi Elbaka Wanê ve hate destpê kirin, hate hînbûn ku pevçûnê rû daye. Hate ragihandin ku, di pevçûnên li Herêmên Şerefxan û nêzî gundê Aslanbey zêdebûyî çawişekî pispor birîndar bûye. Li aliyê din jî hate îdîakirin ku, gêrîlayekî HPG’ê jî jiyana xwe ji dest daye. Di derbarê vê îdîayê de agahiyek zelal nehatiye girtin. Li herêmê operasyon didome.