Li Wanê dibistanek hate şewitandin û di dibistanê de zirarek mezin pêk hat.
Hate zanîn ku, li taxa Cevdetpaşa ya Wanê Lîseya Mehmet Akif Ersoy di demjimêrên êvarî de ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hate şewitandin. Di şewatê de 2 polên dersê hatin şewitandin û di şewatê de dibistanê zirar dît. Piştî şewatê lêpirsîn hate destpêkirin.