Li Wanê amadekariyên 1’ê Îlonê

Li Wanê amadekariyên 1’ê Îlonê

Xebat û amadekariyên mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li Wanê berdewam dikin. Rêxistina BDP'e ya Wanê di çarçoveya mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de xebatên xwe berdewam dike. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Navçeya Navendî ya Wanê Rafet Taş diyar kir ku, dê ji bajar û navçeyên derdorê tevlîbûnek zêde pêk bê. Taş anî ziman ku, ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û aştiyane çareser bibe mîtîngê pêk tînin û bang li gelê Wanê kir ku bi girseyî tev li mîtîngê bibin.

Rêxistina BDP'ê ya Wanê beriya mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li avahiya BDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de serok û rêveberên BDP'a Bajar û navçeyên Wanê û nûneren saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Li ser navê komê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Navçeya Navendî ya Wanê Refat Taş axivî. Taş anî ziman ku, şerê li ser gelê Kurd bi salane didome û êş, xemgînî, hêsir ji nava gelê Kurd kêm nebûye. Taş da zanîn ku, jibo pirsgirêka kurd bi rêya aştî, demokrasî û hiquqê çareser bibe, dê li 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê mîtîngê pek bînin. Taş, destnîşan kir ku dê ji Agirî, Mûş, Qers û Erdexanê tev li mîtîngê bibin û dê gelê kurd daxwazên xwe yên demokrasî û aştiyê bînin ziman.

MÎTÎNG DIYARÎ YILDIRIM AYHAN Û ZAROKAN HATE KIRIN

Taş destnîşan kir ku, wan mîtînga 1'ê Îlonê diyarî Yildirim Ayhan ê di 28'ê Tebaxa 2011'an de li Colemêrgê bi guleya leşkeran jiyana xwe ji dest da û zarokên Kurd ên hatin qetilkirin dikin. Taş bilêv kir ku, ji bo Kurd daxwazên xwe yên çareseriyê bînin ziman dê bi 100 hezaran derkevin qadan û biqîrin.

Taş bibîrxist ku li Şemzînan û Colemêrgê ji 23'ê Tîrmehê heta niha şerek heye û dewlet nikare ji qada bejayî ve biçe herêmê û herêmê dide ber bombe û topbaranan.Taş bibîrxist ku, bi helîkopter û balafirên şer guleyan dibarîne, cenazeyan perçe dike û dişewitîne û wiha got: "Cenaze biçekên kîmyewî tên perçekirin û şewitandin. Xweza tê wêrankirin. Ji ber operasyonên siyasî şaredarê me Bekir Kaya hate girtin. Siyasetmedar hatin girtin. Dê mîtîng li Garaja Şaredariyê pêk bê û Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk amade bibe. Mîtîng dê di demjimêrên navbera 13.00 û 15.00'an de pêk bê.

Taş da zanîn ku, dê di 2'ê Îlonê de jî Kongreya 3'emîn ya BDP'a Wanê pêk bînin.