Li Wanê 3 leşker hatin kuştin, li Bazîdê kesek hat binçavkirin

Li Wanê 3 leşker hatin kuştin, li Bazîdê kesek hat binçavkirin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di encama çalakiya gerîlayan a li navçeya Qelqeliya Wanê de 3 leşker hatin kuştin û li serê rêya Agirî-Wanê jî kesek hat binçavkirin. HPG’ê der barê pevçûnên li Şemizînanê de jî agahî da.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê rewşa dawî ya Şemizînanê de ev agahî da; “Di 22'ê Tebaxê de li bejahiya Şemzînana Colemergê di navbera artêşa dagirker a tirk û gerîlayên me de pevçûnek qewimîbû, hewldanên lidarxistinê ya operasyonê de gerîlayên me rê nedanê artêşa tirk û dijmin naçar mabû paş de vekişe. Piştî pevçûnê di encama lêgerîna gerîlayên me ya li eraziyê gelek alav û çekên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve li eraziyê hatiye dîtin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê alavên leşkerî yên ji aliyê gerîlayan ve hatine bidestxistin jî aşkere kir; “1 Bombaavêj, 2 çekên melez (HK33), dûrbîneke û beşa bombaavêja van çekan, debanceyek, 2 bêtêlên desta, 4 telefon, 600 guleyên BKC, 15 bombe, 4 termal, 4 dûrbînên roj, 3 dûrbînê bi şev û 10 çente.”

LI QELQELIYÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24'ê Tebaxê de di saet 21.00'an d li navçeya Qelqeliya Wanê li dijî qereqola Axrokê û girê ewlekariya qereqolê digire “ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çekek A4 hatiye rûxandin 3 leşker jî hatine kuştin. Piştî çalakiyê dijmin derdora qereqolê bi hewan û obusan bêser û ber bombebaran kiriye.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 24'ê Tebaxê de di saet 17.00'an de li navçeaya Şaxa Wanê li dijî helîkoptereke ber bi herêma Xawiştayê ji leşkerên li operasyonê de ne alavên leşkerî vediguhezt ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarixistin. Helîkoptera bi lêdana gerîlayên me derbe xwariye naçar maye paş de vegere navenda Şaxê.”

KESEK HAT BINÇAVKIRIN

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê çalakiya gerîlayan a rêbirînê ya li navçeya Bazîda Wanê de jî ev agahî da; “Di 24'ê Tebaxê de di navbera navçeya Çaldirana Wanê û Bazîda Agiriyê li nêzî gundê Zoravayê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestan din de nasname hatine kontrolkirin û ji gel re di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn. Di dema kontrolê de 3 tir û 2 kemyonên şîrketên bi dijmin re hevkariyê dikin û li Kurdistanê bê destûr bazirganiyê dikin ji aliyê gerîlayên me bi şewitandinê hatine rûxandin. Di heman demê de dozereke şîrketa Wan-Taş a bi dijmin re hevkariyê dike û di karên leşkerî de tê xebitandin bi şewitandinê hatiye rûxandin, ajokarê wê Zeydîn Sorgut jî hatiye binçavkirin.”