Li Toulouseyê Kurd û karker bi hev re meşiyan

Li Toulouseyê Kurd û karker bi hev re meşiyan

Gava Patka Bûtçeya Ewropayê ji bo dengdanê di rojeva Parlementoya Frensî de bû, li bajarê Toulouseyê tevî Kurdan bi hezaran kes daketin qadan û çalakiyên protestoyî li dar xistin. Li bajarên din ên Franseyê bi pêşengiya sendîkaya CGT’yê çalakî hatin lidarxistin.

Patka Bûtçeyê ji aliyê Partiya Sosyalîst (PS) ya desthilat û partiyên din ên rastgir ve hate erêkirin. Ev yek ji aliyê sendîkayan ve hate protestokirin.

Li bajarê Toulosseyê derdora 6 hezar kes beşdarî meşekê bûn.Kurdan jî di meşê de cihê xwe girtin. Ciwanên Kurdi di meşê de bal kişandin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û belavok belav kirin.