Li Şirnexê wesayîta zirxî li motorsîkletekê qelîbû û kesê bi navê Onder Zeyrek kuşt û kesek din jî bi giranî birîndar kir.
Li taxa Bahçelîevlerê ya Şirnexê wesayîta zirxî ya ji Midûriyeta Polîsan ya Şirnexê derket bi motorsîkletê qelibî. Bûyera şevê din pêk hat û di encama bûyerê de Onder Zeyrek yê 18 salî jiyana xwe ji dest da û Umut Caner yê 18 salî jî bi giranî birîndar bû. Cenazeyê Zeyrek li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê girtin û Caner jî li beşa lezgînî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê dermankirin.