Li Şirnexê di 20 rojan de 56 binçavî û 32 girtin

Li Şirnexê di 20 rojan de 56 binçavî û 32 girtin

Waliyê Şirnexê diyar kir ku, di 20 rojên dawî de bi îdîaya endamên DYGM'ê ne 56 kes binçavkirin û 32 kes girtine.

Waliyê Şirnexê derbarê girtin û binçavkirinên dawî de daxuyaniyek nivîskî da. Walî di daxuyaniyê de anî ziman ku, li Şirnex, Hezex, Cizîr û Silopiyê bi îdîaya Endamên Meclîsa Ciwanên Welatparêz û Demokratîkin (DYGM) ji 14'ê Îlonê heta 5'ê Cotmehê di ser 68 malan de girtine û di serdegirtina malan de ji 56 kesên binçavkirine 32 kes jê girtine.