Beriya mitînga “Em meşa we ya azadiyê silav dikin” li navenda Şirnex û navçeyên wê derbayên dikanan nehatin evkirin. Beriya mitînga li Qoserê jî polîsan tedbîrên ewlehiyê girtin.
Bi boneya piştgirî bidin mitînga “Em meşa we ya azadiyê silav dikin”, ya ku dê li Cizîrê bê lidarxistin, li navenda Şirnex û navçeya yên wê Cizîr û Hezexê derabeyên dikanan nehatin vekirin. Li bajêr û navçeyan tenê firin û dermanxane vekirî ne û li her derê bêdengî serdest e. Tê payîn ku welatî ji Şirnex û navçeyên wê ji bo mitîngê berê xwe bidin Cizîrê.
QOSER DI DORPÊÇA POLÎSAN DE Y
Beriya mitînga “Em meşa we ya Azadiyê Silav dikin” ku dê îro li navçeya Qosera Mêrdînê bê lidarxistin, polîsan li navçeyê tedbîr girtin. Beriya mitîngê dê ji Qada Ozgurlukê, ji taxên Îpek û Cumhuriyetê ber bi qada mitîngê ve meş bên lidarxistin. Polîsan li kolanan wesayîtên zirxî bi cih kirin û her derê dorpêç kirin. Li Qada Newrozê ya ku dê mitîng lê bê lidarxistin, 7 wesalîtên TOMA hatine bicihkirin. Dê Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk û endamên Lîjneya Koordînasyona KCD’ê û Parlementerên BDP’ê Ozdal Uçer û Halîl Aksoy beşdar bibin.