Bi helîkopteran gelek leşker daxistin Girê Çiyayê Nêrgizê yê nêzî navçeya Şemzînan Colemêrgê, her wiha bi helîkopteran leşker veguhestin navçeya Elkê ya Şirnexê jî.
Bi helîkopteran gelek leşkerên taybet perwerdekirî ji 34’mîn Fermandariya Tûgaya Hidût û 3’mîn Komandoya Taktîkî ya Çiya yên li navenda navçeya Şemzînanê birin daxistin Girê Çiyayê Nêrgîzê yê I pişt Taxa Beşevler ya Şemzînanê. Tê gotin ku, li herêmê operasyon hatiye destpê kirin.
Piştî 2’ê Îlonê gêrîlayên HPG’ê operasyon bire ser navçeya Elkê ya Şirnexê, liv û tevgera leşkerî li herêmê didome. Ji demjimêrên sibehê ve gelek helîkopterên skorsky ji 21’mîn Fermandariya Tûgaya Sînor rabûn, gelek leşker veguhestin Elkê.
Her wiha hate aşkera kirin ku, leşkerên artêşa Tirk xwe amade dikin li çiyayê Katoyê operasyonê bidin destpê kirin. Li aliyê din girên Kelêreş û Navgira yên di destê HPG’ê de helîkopter nafirin, rêgeha xwe guhertine, rêyek din bikartînin.