Li Şemzînanê rê kontrol kirina gêrîlayan

Li Şemzînanê rê kontrol kirina gêrîlayan

Li navçeya Şemzînana Colemêrgê çalakiyên HPG'ê yên kontrolkirina rê berdewam dikin. Gêrîlayên HPG’ê li nêzî mezraya Gergêta girêdayê gundê Nehrê ya navçeya Şemzînana Colemêrgê çalakiya kontrolkirina rê pêk anî.

Çalakiyên kontrolkirina rê ya ji aliyê gêrîlayan ve li navçeya Şemzînanê pêk tên didomin. Hate ragihandin ku di demjimêrên sibehê de gêrîlayan li ser rêya nêzî mezraya Gergêta girêdayê gundê Nehrê ya ser bi Şemzînanê ve ku di navbera navçe û bajaroka Rûbarokê de ye çalakiya kontrolkirina rê pêk anî. Hate diyarkirin ku piştî gêrîlayan gundiyan re sohbet kir dîsa rêya çûn û hatinê vekir.