Hate ragihandin ku, di navbera gêrîlayên HPG’ê û yekîneyên tîmên taybet yên artêşa Tirk de li navçeya Şemzînanê û Bajarokê Rûbarokê de pevçûnên dijwar rû dan.
Li gorî agahiyên hatine girtin, îro jî li herêma di navbera Şemzînan-Rûbarokê de pevçûnên dijwar rû dan. Yekîneyên tîmên taybet yên artêşa Tirk ku tevlî pevçûnên dijwar yên di navbera gundên Gelget, Evliya, Salaran rû dan bûn, hate ragihandin ku bi helîkopterên kobra herêmê bombebaran dikin.
Pevçûnên dijwar yên li herêmê dom dikin, agahî nehate girtin ka mirî û birîndar hene yan na. Çavkaniyên herêmê dane diyarkirin ku, pevçûn hêjan didomin.