Ji demjimêrên serê sibehê ve liv û tevgera helîkopteran li ser esîmanên Şemzînanê didomin. Helîkopterên ku ji navenda navçeyê derketin ber bi herêmên sînor ve firiyan.
Gelek helîkopterên skorsky yên ji navçeya Geverê ber bi Şemzînana Colemêrgê ve firiyan, danîn 3’mîn Tabûra Komando ya Textîka Çiya û 34’mîn Tûgaya Hidût yên li Şemzînanê. Gelek helîkopterên leşkerî yên danîn yekîneyên leşkerî yên navçeyê piştre firiyan û gelek leşker û lojîstîk danîn 1’mînTabûra Piyade ya Ewlekariya Navxweyî ya Garê û Çiyayê Gomanê.
Liv û tevgera helîkopteran didome.