Şerê duh di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk de li navenda Şemzînanê pêk hat, dîmenên balkêş li pey xwe hişt. Di dîwarê gelek malan de şopa guleyên roket, gule û topan ma. Welatiyan diyar kirin ku, leşkeran gule li xaniyên wan barandine.
Duh li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk de şer pêk hat. Hate zanîn ku, di şer de avahiyên Tabûra Komondayên leşkerî ya Şemzînanê û Fermandariya Alayê şewitin. Şerê duh di demjimêr 20.40'an de destpê kir, heta derengê şevê berdewam kir. Piştî li dijî Midûriyeta Polîsan, Feramdariya Cendirmeyan û Fermandariya Tugayê êrîşên çekdarî pêk hat, leşkeriyê bêserober derdor da ber gule û topan.
LEŞKERAN BÊ SEROBER DERDOR GULEBARAN KIRIN
Welatiyên Şemzînanê diyar kir ku, di şer de agir bi avahiyên Tabûra Komondoya Çiyê ya Şemzînanê, Avahiya Asayişê û Fermandariya Alayê ketiye. Li taxa Yine Beşevlerê, maşîneyek li pişt Dibistana Sabri Ozelê firiya çem. Helîkopterên Kobra ku ji Geverê hatin Şemzînanê li ser bajar difirin. Piştî çalakiya gêrîlayên HPG'ê ya li dijî leşkerî û polîsan, polîs û leşkeran jî bêserober her der da ber gule û topan. Hemû welatiyan xwe avêtin malên xwe û derneketin derve. Piştî şer leşkeran çekên giran bikar anîn û çepo rast her der da ber guleyên top û hawanan. Di gulebarandina leşkerî û polîsan de 2 maşîneyên li pêş avahiya li hemberî Midûriyeta Polîsan ya Şemzînanê hatibûn rawestandin zerar dîtin.
ŞOPA GULEYÊN LEŞKERAN LI SER DÎWARÊ MALAN
Serê sibê welatiyên daketin kolanan û hatin ber dikanên xwe dîtin ku şopa gule, hawan û topan li ser dîwaran maye. Welatiyên ku şeva xwe di nava şer de derbas kirin serê sibê dikanên xwe venekerin. Ji bilî firinan tu welatiyan dikanên xwe nevenikir nû neçûn ser kar. Yekîneyên îmhaya bombeyan ya Midûriyeta Polîsan piştî bûyerê serê sibehê li nava kolanan li bombeyên ku nehatine teqandin geriyan. Hate dîtin ku li taxa Moda mala Fehmi Kaya û maşîneya wî bûye hedefa roket guleyan. Bi şenzek mezin 15 kesên malê bi saxî rizgar bûn. Di maşînya Kaya û xaniyê wî yê 3 qat de zerarek mezin çêbû.
‘GOTINA 5 GÊRÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DANE DEREWE’
Polîsên ku derketin li nava kolanan li gule û bombeyên neteqiyayî geriyan, li welatiyan neheqî kirin û gtinên tewş anîn ziman. Her çend medya tirk diyar kir ku 5 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane jî Serokê BDP'a Şemzînanê Cabbar Taş diyar kirin ku, ew li nexweşxaneyan geriyane lê tu canaze neçûne nexweşxaneyan. Taş da zanîn ku agahiyên çapemeniyê bê bingehin û tiştekî wisa tune. Taş da zanîn ku tê gotin welatiyekî birîndar bûye ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.
Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran ya Şemzînanê Muharem Tekin jî anî ziman ku, şevê din şerekî gelek dijwar li Şemzînanê pêk hat û talûyeke gelek mezin li pey xwe hiştin.
Welatiyê bi navê Reşit Sever jî anî ziman ku, guleyek li mala wî ket û ji mirinê xilas bûn û wiha got: "9 gule li mala min ketin. Ji lojmana leşkeran gule bi ser me de bariyan. Guleyên leşkeriyê li maşîneya li ber deriyê me ketin.
Parlenenterê BDP'ê yê Colemêrgê Esas Canan jî anî ziman ku, duh şerekî dijwar hebû û wiha got: "Çalakiya gêrîla duh zêdeyî demjimêrekê berdewam kir. Piştî şer rawestiya hate diyarkirin ku, gêrîlayekî jiyana xwe ji dest dane. Niha hemû dikanên welatian girtiye. Tirsek heye. Lê derbarê cenaze û kuştinan de agahiyek rast tune ye."